PeyamaKurd – Tableta ji kevir ku li serê bi zimanê Sumerî perçeyekî ji helbesta destana Gilgamiş hatiye nivîsandin û dîroka wê diçe heya 3.600 salan, wê Amerîka bide Iraqê. Tablet di sala 1991 an de ji Iraqê hatibû revandin û wê Amerîka roja pênşemê bi fermî bide Iraqê.
Destana Gilgamêş di dinyayê de weka destana herî kevin tê naskirin û perçeyekî ji helbesta Sumeriyaye. Li gor Neteweyên Yekgirtî di sala 1991 ê de tablet hatiye dizîn û di sala 2007 an de bi rêya qaçax birine Amerîkayê.
Tablet di sala 2014 an de ji aliyê Hobby Lobby de hatiye kirin û di sala 2019 an de wezareta dadê ya Amerîkayê dest danî ser tabletê. Wê dewra tabletê 23 yê êlûnê de li Washington DC yê li Enstituya Smithsonianê bêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin