PeyamaKurd - Zara Mihemedî Berpirsa Komeleya Nûjîn û mamostaya zimanê Kurdî, ku ji ber dayîna dersên Kurdî bi 5 sal cezayê zindanê hatibû sizadan, doh 8ê Çileyê 2022an piştî nîvro xwe radest kir û ew şandin Zîndana Jinan a Sine ya Rojhilatê Kurdistanê.
Komeleya Çandî-Civakî ya Nûjîn roja 2ê vê mehê ragihandibû, Zara Mihemedî piştî redkirina dosyaya wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve, ji aliyê Dezgeha Dadweriya Sinê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Zara Mihemedî sala borî ji ber çalakiyên li Rêxistina Nûjîn, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve cezayê 10 sal zindanîkirinê jê re hatibû birîn, piştre ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve cezayê wê bo 5 salan hatibû kêmkirin.
Mamoste Zara Mihemedî bi tohmeta “avakirina komekê ji bo têkbirina ewlehiya netewî” hatiye tawanbarkirin.
Zara Mihemedî sala 1990an li gundê Serawleya Dêwlan ê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Li Zanîngeha Sine li ser Cografiya Siyasî mastera xwe temam kir. Di Gulana 2019an ji aliyê Îstixbarata Îranê ve hatibû girtin.
Komeleya Nûjîn bertek nîşanî tohmetên li ser Zara Mihemedî da û got: “Zara Mihemedî têkiliya wê bi tu partî û tevgereke siyasî re nîne, bi zorê û di bin zextê de îtîraf jê hatiye standin. sûcê wê tenê fêrkirina zimanê Kurdî ji zarokan re ye.”
Zara Mihemedî beriya ku xwe radestî girtîgehê bike, di axaftina xwe de ku li ser torên civakî hate belavkirin dibêje: "Ew ne ku tenê dixwaze zimanê Kurdî fêr bike, lê ew dixwaze sîstema perwerdeyê hemû bi Kurdî be."
Mamoste Zara Mihemedî got: “Xwelî li serê wî dijminî be ku hêviya xwe bi zindanê ve girê dide.”
;Mamosteya Kurd Zara Mihemedî îro ji bo derbaskirina cezayê xwe yê 5 salan çû girtîgehê.#زهرا_محمدی #زارا_محمدی #ZaraMohammadi #ZARA #Zaramihemedî pic.twitter.com/bxQ7rEmdjc
— Yaqûb Kurmanc (@yaqubkurmanc) January 8, 2022
Zara Mihemedî herwiha got, wê pêştir daxwaza alîgirên xwe ji bo dayîna kefalet û çûna derveyê Kurdistanê red kiribû û ji wan re gotibû, li şûna çûyîna derveyî welat, ew ê biçe zindanê.
Li ser medya civakî nûçe û wêneyên mamoste Zara Mihemedî têne belavkirin û bi taybet Kurdên parçeyên din piştgiriyeke xurt didin Zara Mihemedî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin