PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, bi boneya hatina Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî peyamek belav kir.
Peyama Mesrur Barzanî wiha ye:
Bi boneya cejna Newrozê û serê sala Kurdî, pîrozbahîyeka gerim li gelê Kurdistanê dikim bi Taybetî Pêşmergehên qehreman û malbatên serbilindên şehîdan. Hêvîdarim bibe cihê xêr û xweşîyê bo xelkê Kurdistanê.
Wek hun dizanin, bi sedema belavbûna Vayorsa Koronayê û lêkevte yên abûrîyên wê, em di rewşeka dijwar de bîranîna evê cejna nîştîmanî dikîn. Sûpasîya hewe dikim bo pabendbûna we bi rênimayên tenduristîyê û ew rêkarên me bo selametî û paraztina hewe yên hêja girtîye ber, ji wan jî sinûrdarkirina çûnûhatinê. Em dilniya ne bi hevkarî ya hevdû evê kirîzê jî dê derbaz bikîn wek çawa di demên burî de, bi xweragirî ve bi ser gelek kawdanên dijwar re serkevtîn.
Hêvîdarim ev astengên hatine pêş me, bibin delîveyek bo bi xwe veçûnê û xweparêzîya zêdetir di ayînde de. Di asta abûrî de jî, me zêdetir han dide bo berdewambûnê li ser cîbicîkirina pirose ya çaksazîya darayî û kargêrîyê, ku yeke ji karên sereke yên kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, bi Tyabetî me her ji destpêka damezirandina hikumetê ve, tekz kirîye li ser sîyaseta hemecorkirina abûrîya Herêma Kurdistanê û pişt ne girêdan bi kit çavkanîyên dahatê. Ev rewşa niha jî, me rijttir dike li ser berdewambûnê li ser evê çaksazîyê.
Newroza we pîroz be û hêvîdarim Kurdistan bihêztir û avadantir be.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê
20/3/ 2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin