Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro ji bo encama serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îmarata Erebî û rewşa koçberan û çend mijarên din gotûbêj bike dicive.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, îro Çarşemê 2yê Sibata 2022yan, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane pêk tîne.

Di civînê de wê ev mijar werin gotûbêjkirin:

- Encama serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmarata Erebî.

- Rewşa koçberên Herêma Kurdistanê yên li derve bi awayekî giştî û karesata vê dema dawî ya mirin û wendabûna hejmarek ji welatiyên Herêma Kurdistanê û hewldanên Hikûmeta Herêmê ji bo vegerandina term û rizgarbûyan û lêgerîna kesên wenda.

- Raporta Wezareta Tendirustiyê ya li ser zêdebûna cûreya nû ya vîrusa Koronayê (Omicron) li Herêma Kurdistanê.

- Geşedanên karê tîma hevbeş a Dîwana Çavdêrî ya Darayî ya Federal û Herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin