PeyamaKurd – Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fîncanci, li Stenbolê bi tohmeta 'propagandaya rêxistina terorê kiriye' hat desteserkirin.
Li gor Serdozgeriya Komarê ya Enqerê diyar kir, Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fincanci, bi tohmeta 'propagandaya rêxistina terorê kiriye' û sivikatî li neteweya Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê kiriye li Stenbolê hat desteserkirin û lêpirsîn daye destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê daxwaz ji Dadgeha Sivîl a Enqerê kir ku Fîncancî ji kar were dûrxistin.
Hêjayî gotinê ye, Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fîncanci gotibû, hêzên çekdar ên Tirkiyê di operasyonên xwe yên li dijî PKKê de çekên kîmyayî bikar anîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin