Sahê Siûdî rakirin nexwesxanê, serdana Kazimî betal bû

Sahê Siûdî rakirin nexwesxanê, serdana Kazimî betal bû

PeyamaKurd – Piştî ku Ajansa Fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê ragihand ku Şahê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz ji ber têkçûna tenduristiya wî rakirine nexweşxaneyeke li Riyazê serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya bo Siûdî ku biryar bû îro bê kirin hat betalkirin.

Li gorî SPAyê Şah Selman ji ber idaba ser zirava wî li nexweşxanê hatiye razandin ku ew niha 84 salî ye rewşa tenduristiya wî nediyar e û nayê zanîn bê kengî ji nexweşxanê derdikeve.

Li  ser vê yekê Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Erebistana Siûdiyê hat paşxistin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Feysel bin Ferhan jî ragihand, serdana Serokwezîrê Iraqê bo Riyazê hat paşxistin, heta wê dema ku Şahê Siûdiyê, Şah Selman bin Ebdulezîz ji nexweşxaneyê derdikeve.

Kazimî jî li ser hesabê xwe yê twitterê ev yek piştrast kir û hêviya tenduristiyê ji Şah Selman re xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin