PeyamaKurd- Serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio, di Lûtkeya ASEANê de daxuyaniyek da û ragihand ku rayedarên Çînê, serweriya Japonyayê binpê dikin û li herêma Asya-Pasifikê, hêrsê zêde dikin.
Kişida Fumio yê ku tevlî Lûtkeya Hevkariya Welatên Başûr Rojhilat ên Asyayê (ASEAN) ya li Kamboçyayê bû, bi rêya daxuyaniyekê rayedarên Çînê tawanbar kir.
Fumio da zanîn ku çalakiyên binpêkirina serweriya welêt, ji aliyê Çînê ve berdewam in û diyar kir ku ji bilî vê yekê, Çîn li herêmê hêrsê zêde dike û ewlehiya Tengava Tayvanê ya vî welatî, dike bin metirsiyê.
Li ser daxuyaniya Serokwezîrê Japonyayê hat diyarkirin ku qesta wî ya ‘binpêkirina serweriyê’ dibe ku li ser Giravên Senkakuyê yên di bin kontrola Tokyoyê de ne lê belê Pekin li ser doza mafê xwe dike be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin