Ukrayna, 10 kestiyên din ên zad bar dike

Ukrayna, 10 kestiyên din ên zad bar dike

PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Avaniya Binerdê Yuriv Vaskov ragihand ku heta dawiya vê mehê, ew ê herî kêm 10 keştiyên din jî bar bikin. Hat ragihandin ku heta niha ji Ukraynayê 6 keştiyên zad hatine şandin.

Yuriy Vaskov da zanîn ku duh bişev li keştiya Sarayê bi 8 hezar ton gilgil (misir) hatiye barkirin û keştiya Efe jî dê bi 7 hezar û 500 ton rûn bê barkirin. Bi berdewamî hat gotin ku “Di hefteya duyemîn a korîdora zad de ji benderên Ukraynayê 16 keştî ji bo 9 welatan; nêzîkî nîv milyon ton zad hatiye birêkirin.”

Bi berdewamî hat gotin ku heta dawiya mehê, plansazî heye ku herî kêm 10 keştiyên din jî werin barkirin.

2 roj berê ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê ve hatibû ragihandin ku 2 keştiyên din jî ji benderên Ukraynayê ketine rê û ber bi welatên daxwaz kirine ve diçin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin