PeyamaKurd – Amerîkayê, ji ber destê wî di êrîşa ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê de heye, pîlotekî xwe girt.
Li gor Fermandariya Hêzên Asmanî yên Amerîkayê diyar kir, pîlotekî Amerîkî bi tawana êrîşkirina ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin.
Herwiha hatiye eşkerekirin, beriya du mehan li Rojavayê Kurdistanê bi moşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya hêzên Amerîkî hatibû kirin û guman hebûn ku destê leşkerên Amerîkî di êrîşê de hebe û piştî lêkolînan derketiye holê ku destê pîlotekî Amerîkî di êrîşê de hebûye, ji ber wê ev pîlot hatiye girtin û niha lêpirsîn li ser tê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di 16ê Nîsanê de ev êrîş pêk hatibû û di encamê de 4 leşkerên Amerîkî birîndar bibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin