PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ku kanala NBC News daye xuyakirin û dispêre sê berpirsên Amerîkî yên ku navên wan nehatine eşkerekirin, di êrişeke Îranê ya du hefte berê de ya li ser Tengava Hurmizê de 8 leşkerên deryayî yên Amerîkayê birîndar bûne.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku artêşa Îranê di 14ê Îlonê de keştiyeke Amerîkî bi mûşekeke seyr (cruise) hedef girtiye.
Di encama vê êrişê de 8 endamên hêzên deryayî bi sivikî birîndar bûne, ji ber dûmanê bandor li ser wan çêbûye û îhtimal heye ku rastî derbeyeke travmatîk a mêjî jî hatibin.
Li gel van birînan, di nûçeyê de hat destnîşankirin ku leşkerên navborî piştî çareseriya tenduristiyê dîsa vegeriyane ser kar û erkên xwe.