Amerîka (FDA) | Du derziyên koronayê bandoreke bas nîsan dan

Amerîka (FDA) | Du derziyên koronayê bandoreke bas nîsan dan

PeyamaKurd – Saziya Pişkinîna Xurek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) ragihand ku derziya bo vîrusa koronayê ji aliyê Pfizer/BioNTechê ve hatiye bipêşxistin û derziya Modernayê bandora xwe nîşan dane.

FDAyê 10ê Kanûnê bikaranîna wê derziyê li Amerîkayê pesend kiribû. Herwiha FDAyê ji bo derziya Covid-19 a kompaniya Amerîkî Modernayê daye xuyakirin ku ew jî ji bo nehiştina vîrusa koronayê xwedî bandor e.

FDA diyar kiriye ku hem derziya Moderna ya Covid-19 hem jî ya Pfizer-BioNTechê bendewariyên wan ên derbarê nehiştina koronayê de bicih anîne û hem bi ewle ne hem jî bi bandor in.

FDAyê ragihandiye ku derziya Modernayê ji sedî 94.1 bandora xwe nîşan daye û li ser kesên temenê wan bi ser 65 saliyê de jî bi rêjeya 86.4% bi bandor bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin