PeyamaKurd – Hêzên rêjîma Sûriyê ji ber protesto û xwepêşandanên xelkê herêmê yên li dijî rêveberiya Esed ku di roja 5an de berdewam dikin, îro Înê rêyên sereke yên bajarê Sweydayê ji çûnûhatinê re girtin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku saziyên ewlehiyê yên rejîmê ji vê sibê ve li qad û rêyên sereke yên bajarê Sweydayê bi cih bûn û gelek rê bi panzêran girtin.
SOHRê diyar kiriye ku gelek sekvan li ser banên avahiyên hikumî hatine bicihkirin û xelkê bajêr jî li pêşiya navenda Eyn El-Zeman kom bûye da ku xwepêşandanê li dijî rêveberiyaŞamê li dar bixin.
Hêjayî gotinê ye, doh 10ê Sibatê li dijî xalên hêzên rejîmê yên li Sweydayê 2 êrîş pêk hatine ku çekdarên nenas benda kontrolê ya li bajarokê Micadel armanc kirin û li bajarokê Erîqe jî bombe avêtibûn ser navenda polîsan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin