Li Sirnexê petrol hat dîtin

Li Sirnexê petrol hat dîtin

PeyamaKurd Li parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê rêjeyeke zêde ya petrolê hate dîtin û rojane nêzîkî 5 hezar bermîl neft li Şirnexê tê derxistin û ji bo parzûnkirinê ji parêzgeha Batman a Bakurê Kurdistanê re tê şandin.

Medyaya Tirkiyê diyar kir, di van mehên dawî de li parêzgeha Şirnexê hewleke zêde ya lêgerîna petrolê hebûye û di encamê de rêjeyeke zêde ya petrolê hatiye dîtin.

Tê çaverêkirin Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rojên pêş de petrola li Şirnex a Bakurê Kurdistanê hatiye dîtin bi fermî eşkere bike.

Herwiha hat diyarkirin, ew rêjeya zêde ya petrolê li ser rêya Çiyayê Gabarê li gundê Akçayê yê li nêzîkî Çiyayê Cûdî hatiye dîtin.

Di berdewamiyê de medyaya Tirkiyê eşkere kiriye, ji endezyarên projeyê bi dest xistine, bi qasî du caran zêdetir ji rezervên petrolê yên niha yên Tirkiyê li wê deverê hatiye dîtin.

Zanyarî destnîşan dikin, rojane nêzîkî 5 hezar bermîl petrol ji bîra petrolê ya Qesrikê ya parêzgeha Şirnexê tê derxistin û ji bo parzûnkirinê ji Batmanê re tê şandin.

Herwiha, ev çend meh in hewleke zêde lêgerîna petrolê li Şirnex û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê destpê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin