PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerekî wan ê berî salekê li baregaha Başîka ya li Herêma Kurdistanê kermêşê pê vedabû li nexweşxaneyê miriye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin ku beriya niha li baregeha leşkerî ya Başîkaya Herêma Kurdistanê, kermêşekê (Pêşû) bi leşkerekî wan de vedabû.
Li gorî daxuyaniya MSBê ji 12ê Îlona 2018an ve wî leşkerî li nexweşxaneyê çareseriya pîzîşkî werdigirt ku vîrus li ser peyda bûbû û li ser laşê wî belav bûbû.
Wezaretê ragihand ku leşkerê bi navê Muharrem Karaduman, tevî hemû mudaxeleyên pîzîşkî jî ji wê vîrûsê nehatiye rizgarkirin û 21ê vê mehê li nexweşxaneyê can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin