Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokatiya nû ya Rewta Hîkme ya Nisitmanî kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokatiya nû ya Rewta Hîkme ya Nisitmanî kir

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi pêwendiyeke telefonî, pîrozbahî li Semahetî Seyd Eemar Hekîm ji bo helkefta hilbijartina weke serokê Rewta Hîkme ya Nişitmanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serokê Harêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li serokatiya nû ya Rewta Hîkme ya Nişitmanî kir ji bo wê baweriya bidest xistiye û hêvî xwest ku di erkên xwe de ji bona xizmentkirina gel û welat serkeftî bin.

Herwiha Serok Nêçîrvan Barizanî careke din tekîd li ser berpirsiyariya hevbeş û karê bi hev re di navbera hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de, ji bona derbaskirina dijwariyên li pêş prosesa siyasî, diyalog û lêktêgehişitina ji bo çareserkirina pirsgrêkan û serastkirina pirosesa siyasî kir.

Semahetî Seyd Emar Hekîm jî li ser navê xwe û serokatiya Rewta Hîkme ya Niştmanî, ji bo pêwendî û pîrozbahiyê sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir, tekîd li ser têkeliyên dêrîn û saxlem yên di navbera her du aliyan de kir û hêvî xwest ku bi harîkarî û lêktêgehiştina hemû aliyan dijwariyên rewşa nuha welat di nav de ye derbas bikin û berjewendiyên balayên welat hemûyan bi hev re kom bike.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022.03.06

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin