Lîtwanyayê jî "Rewsa Awarte" ragihand

Lîtwanyayê jî "Rewsa Awarte" ragihand

PeyamaKurd Lîtwanyayê jî piştî biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja 24ê Sibata 2022yan ya êrîşî Ukraynayê, “Rewşa Awarte” ragihand.

Li gor zanyariyan, Serokê Lîtwanyayê Gitanas Nauseda bi Encûmena Bilind a Asayîşê ya welatê xwe re civiya û bi fermanekê, “Rewşa Awarte” ragihand.

Biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet ji bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê, ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja Pêncşemê danê sibê hat ragihand û Putin eşkere kir, Rûsya nahêle Ukrayna bibe xwedî çekên atomî û bibe endamê NATOyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin