Opozîsyona Sûriyê ‘Artêsa Milî’ ragihand û spasiya Erdogan kir

Opozîsyona Sûriyê ‘Artêsa Milî’ ragihand û spasiya Erdogan kir

PeyamaKurd – Du baskên Artêşa Sûriya Azad (OSO) ku hikûmeta Tirkiyê piştevaniya wan dike, beriya operasyona artêşa Tirkiyê ku dixwaze bikeve Rojhilatê Firatê bûne yek û navê xwe kirin, Artêşa Milî ya Sûriyê.

Li civîna ku li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê di navbera komên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike pêk hatiye de, biryar hat dayîn ku Artêşên Netewî û Eniya Rizgariya Netewî bibin yek.

Wezîrê Bergiriya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya Tirkiyê distîne Selîm Îdrîs di civîneke rojnamevanî de spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û ragihand, yekbûna herdu artêşan gaveke bo artêşa sazûmanî û got, navê wê Artêşa Milî ya Sûriyê ye.

Îdrîs herwiha piştgiriya xwe bo hewlên Tirkiyê yên operasyona Rojhilatê Firatê eşkere kir û got, ew piştgiriyeke tam didin têkoşîna Tirkiyê ya dijî terorê li Rojhilatê Firatê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin