Balyozê Fransayê: Em dixwazin ev rêkeftina Sengalê bilez were cîbicîkirin

Balyozê Fransayê: Em dixwazin ev rêkeftina Sengalê bilez were cîbicîkirin

PeyamaKurd – Li ser asayîkirina rewşa Şengalê, Balyozê Fransayê yê li Iraqê, piştgiriya rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de kir.

Balyozê Fransayê yê li Iraqê Bruno Obert li Şengalê di gotareke xwe de piştevaniya xwe ji bo rêkeftina Şengalê diyar kir û got: “Em dixwazin ev rêkeftin bilez were cîbicîkirin. Fransa di şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya Iraqê kir û dê berdewam jî bibe”

Herwiha Balyozê Fransayê yê li Iraqê Bruno Obert da zanîn, Fransa piştevaniya rêkeftina Iraqê dike û ev jî ji bo berjewendiya xelkê Şengalê ye, ku ew hêjayî aştiyê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin