Amerîka di nav 2 rojan de 3 hezar lesker li wir bicih dike!

Amerîka di nav 2 rojan de 3 hezar lesker li wir bicih dike!

PeyamaaKurd – Di demeke ku Tevgerta Talîbanê li Afganistanê pêşveçûna xwe ya leşkerî berdewam Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby ragihand ku ew dê bi qasî 3 hezar leşkeran bişînin Afganistanê.

 Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby, roja 12ê Tebaxê eşkere kiriye ku wê 3 hezar leşkerên amerîkî di nav heyama 24-48 saetan de li paytexta Afganistan Kabûlê werin bicihkirin û wekî sedema şandina wan leşkeran jî temamkirina vekişîna ji Afganistanê nîşan daye.

Li aliyê din Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye ku wê balyozxaneya wan a Kabûlê karê xwe berdewam bike, lê wê hejmara karmendan bê kêmkirin ku niha bi qasî hezar û 400 karmendên amerîkî yên girêdayî balyozxaneyê li Afganistanê dimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin