PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Eskişehirê li navça Tepebaşi li taxa Hıdırbeyê kesê bi navê Gürkan Çitfçi (47), di nav ereba xwe de bi jina xwe bi Sibel Çiftçi (45) re li ser sedemekî nayê zanîn munaqeşe kir bi çekê jina xwe kuşt. Paşî derket mala xwe û li wê derê keça jin a xwe Cemre G.yê bi demançê kuşt.
Di pey kuştina her duyan de, demançê da serê xwe û xwe jî kuşt. Cîran li ser dengê demançê gazî polîsan kirin û dema polîs çûn ciyê bûyerê leqayê cesedê her sê kesan hatin.
Lêpirsîna li ser bûyerê ji terefê polîsên cînayetê de dimeşe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin