39 hezar û 400 lesker dageriyan wezîfa xwe

39 hezar û 400 lesker dageriyan wezîfa xwe

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Iraqê ragihand ku bi sedema xwepêşandanan bidin rawestandin, di nav pêngavên wan de yek jê ew e ku 39 hezar û 400 leşkerên ku ji ser wezîfê hatibûn dûrxistin, car din wan dagerandine ser wezîfa wan. Leşkerên ku ji wezîfê hatibûn dûrkirin, dê peymana wan bi dorê bê nûkirin.

Artêşa Iraqê piştî DEAŞ ê avêtibû ser Kurdistana başûr, van leşkeran ji wezîfa xwe reviyabûn û artêş destpêkiribû da wan ji wezîfê dûr bike.

Bi sedema bekarî, gendelî û kêmasiya xizmeta giştî ev 2 hefteye li Iraqê xwepêşandan hene û heya niha 250 kes mirine û di ser 11 hezaran de birîndar çêbûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin