Rojava | Amarên dawî yên Covid-19 hatin eskerekirin

Rojava | Amarên dawî yên Covid-19 hatin eskerekirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr desthilata Rêveberiya Xweser, 47 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 4 kesan jî can da.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û ragihand, 4 kes ji ber wê nexweşiyê mirine û 47 kesên din jî pê ketine.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 47 kesên bi Koronayê ketine 15 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 4 kes li Girkê Legê, 2 kes li Reqayê, 7 kes li Dêrazorê û 8 kes li Şehbayê ne.

Hat ragihandin ku 5 nexweş jî di 24 saetên borî de baş bûne.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 7698 kesan, ya mirinan bû 255 kes û heta niha 1094 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin