PeyamaKurd - Biryargeha Necefa Eşref a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li Cuwanro ya Kirmaşanê di navbera Supaya Pasdaran û grûpeke çekdar de şer derketiye û fermandarekî Supaya Pasdaran di pevçûnan de hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li sînorê bajarê Cuwanro ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve gûrpeke çekdar hewil dida ji aliyê din ê sînor ve derbasî nav axa Îranê bibe, lê belê ketin kemîna hêzên Supaya Pasdaran û di navbera herdu aliyan şer derket û hat îdiakirin ku di encama şer de ew grûpa çekdar bi temamî ji aliyê hêzên Supaya Pasdaran ve hatiye jinavbirin.
Biryargeha Necefa Eşref a Supaya Pasdaran da zanîn, di şer de efserekî wê hêzê yê bi navê Mihemedxan Silêmanîneseb hatiye kuştin.
Herwiha hinek çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê jî dibêjin ku di pevçûnên Cuwanroyê de ji bilî ku fermandarekî Supaya Pasdaran hatiye kuştin û 2 pasdarên din jî birîndar bûne.
Li gor heman çavkaniyan, piştî şerê li Cuwanroyê, topxaneya Supaya Pasdaran çiyayên herêmê û devera ku lê şer derketibû, bi giranî topbaran kir.
Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê derbarê şerê li Cuwanro ya Kirmaşanê de hîn ti daxuyaniyek belav nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin