Îsweç (Swêd) ji Îranê tazminatê xwest

Îsweç (Swêd) ji Îranê tazminatê xwest

PeyamaKurd- Dewleta Îsweçê bo hemwelatiyên xwe yên ku di balafira Ûkraynayê de mirin, ku balafir ji aliyê Îranê de hatibû xistin, ji Îranê tazmînatê xwest. Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Îsweçê de hat kirin. Wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Linde di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku wan sefîrê Îranê yê Stockholmê Seyîd Resûl Mohajer dawet kiriye wezaretê û pêre hevdîtin kirine.

Li gor agahiya wezareta Îsweç ya karên derve wê heyetek ji Îsweçê here Îranê. Di balafira Ûkraynayê de hemwelatiyên Îsweçê jî hebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin