HSD: Ji bo her cure êrisên Tirkiyê em amade ne

HSD: Ji bo her cure êrisên Tirkiyê em amade ne

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew pabendî xalên rêkeftina “herêma ewle” bûne û heger Tirkiye êrîş bike, ewê berevaniyê di ber xwe de bikin.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê ragihand ku, ji bo parastina ewlehiya herêmê HSDê pabendî xalên rêkeftina herêma ewle bûye.

Balî derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de ragihand, wan ji bo parastina herêmê gavên pêwîst avêtine û ji bo rûbirûbûna her êrîşeke Tirkiyê bêyî ku dudil bibin ji her şerekî re amade ne.

Ev daxuyaniya Balî di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê gotibû, “em neçar in operasyona rojhilatê pêk bînin” û ragihandibû ku dibe tavilê li dijî rojhilatê Firatê operasyonek pêk were û amaje kiribû ku ew neçar in wê operasyonê pêk bînin.”


Erdogan: Em neçar in operasyona rojhilatê pêk bînin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin