PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî rûdana şer di navbera artêşa Tirkiye û gerîlayên PKKê de, gundên Şemrex û Dêrikê yên Mêrdînê, qedexe hat ragihandin.
Parêzgariya Mêrdînê ragihand ku ji 8ê Tebaxê demjimêr 21.30an ve qedexeya derketina derve li gundê Şêbê û mezrayên wê yên Şemrexê û li gundê Şêb û mezrayên wê yên girêdayî Dêrikê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Parêzgariya Mêrdînê jî daye xuyakirin ku wê qedexeya çûnûhatinê heta demeke nediyar berdewam bike û hêzên ewlekariyê jî hişyarî li gundiyan kirine ku pez û dewarên xwe dernexin çêriyê.
Li gor zanyariyan ji ber şer û pevçûnan agir bi daristanên deverê jî ketiye ku hîn nehatiye vemirandin.
Herwiha medya tirk jî ragihandiye ku li bejahiya navçeya Dêrikê di encama şer de 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin