PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiya Bilind a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand; perwerdehiya îsal dê destpêka meha Îlonê di nav kampusên zanîngehan de destpê bike.
Wezareta Perwerdehiya Bilind da zanîn, îro Wezîrê Perwerdehiya Bilind Dr. Aram Ehmed bi serokên tevahiya zanîngeran re civiya û di civînê de Wezîrê Perwerdehiya Bilind eşkere kir; proseya perwerdehiyê dê roja 1ê meha Îlonê û di nav kampusên zanîngehan de dest pê bike.
Dr. Aram Ehmed herwiha destnîşan kr, divê li tevahiya zanîngehan şîretên tenduristiyê bên bicîhanîn û tedbîrên xweparêziyê bên girtin.
Bi gotina Wezîrê Perwerdehiya Bilind, yek ji armancên hikûmetê di kabîneya nehem de ew e ku sîstema klasîk û kevn nemîne û sîstema xwendina Kurdistanê derbasî qonaxa modern û navdewletî bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin