PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Kongreya Amerîkayê li ser projeyasayeke qerebûkirina qurbanên koletiyê lêkolîn û amadekariyan dike.
Hat diyarkirin ku ji bo ew projeyasa were qebûlkirin, pêwîstî bi avakirina komîteyeke lêkolînê heye.
Komîteya Dadwerî ya Encûmena Nûneran avakirina vê komîteyê xist ber dengdanê û bi 25 dengên erê, li beramberî 17 dengên na avakirina komîteyê hat pesendkirin.
Çav li rê ye ew biryar demên pêş li Encûmena Nûneran were gotûbêjkirin û biçe ber dengdanê. Heger projeyasa bi ser ket wê biçer ber destê Senatoya Amerîkayê û li wir jî dengdan li ser bê kirin.
Di çarçoveya vê yasayê de, divê nevîyên 4 milyon Afrîkîyên bi darê zorê di navbera salên 1619 û 1865an de weke kole hatine Amerîkayê werin qerebûkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin