Di avahiyê de lûla xazê teqiya û 8 kes mirin

Di avahiyê de lûla xazê teqiya û 8 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Cezayîrê li bajarê Setîfê di avahiyekî de lûla xazê teqiya û di encamê de 8 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina rêvebiriya parastina sîvîl ya nivîskî; teqîn bajarê  Setîfê li bajarokê Eyn Wîlmanê çêbûye, piştî teqînê şewata ku derketiye, avêtiye sê avahiyên din jî û xebeta vemirandina agir dewam dike.

Li aliyê dinê şîrketa petrolê ya Cezayîrê Sonatrach ragihandin ye ku teqîn di atolya parfumê de çêbûye û zerarê daye lûleyên xazê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin