PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ku ev du roj in ji bo danûstandinên Sûriyê li Tirkiyê ye, li Enqerê bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re civiya.
Piştî hevdîtinê serokomariya Tirkiyê ragihand ku di civîna ku bi qasî 1,5 demjimêran dewam kiriye de krîza Sûriyê, xebatên Komîteya Destûra Sûriyê, mijara penaberan û pêşhatên herêmî hatine gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de, rewşa Idlibê ku tevî agirbestê jî şer û pevçûnên komên çekdar bi hêzên rejîmê re berdewam dikin jî hatiye axaftin û li gorî daxuyaniyê Tirkiyê ji bo dabînkirina aramiyê û dawîkirina şer biryardariya xwe anîye ziman.
Dîsa li ser xebatên komîteya destûrê ku li Cenevê didomin jî hatiye gotin, ji bo bilezkirina wan xebatan û rêxweşkirina bo hilbijartinên azad û dadwerane li Sûriyê pêwîstî bi zêdekirina hevkariya berdewam heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin