PeyamaKurd – Di sala 2016an de dema PKK ê dest bi tevgera hendekan kir, li Nisêbînê jî heman tevger dewam dikir û tevî di ser bûyerê de 4 sal derbas bûye, asayîşa bajarê Mêrdînê, beşa TEM ê bi sedema tevlî tevgera hendekan bûne 6 jinan xist binçav. Operasyon di 21 ê cotmehê de çêbû û heya niha îfadeyên binçavkiriyan li baregeha asayîşê li beşa TEM ê dihatin sitendin.
Piştî temamkirina îfadeyan her 6 jinan, wan derxistin dadgehê û dadgeh ji 6 jinan 2 jinan serbest berda û 4 jinan şande zîndanê. Navên jina nehat aşkerakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin