Rûsyayê binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê da ber sêlê

Rûsyayê binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê da ber sêlê

PeyamaKurd – Ûkraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê, li dijî binesaziya wan a elektrîkê hêrişeke mezin pêk aniye.

Wezareta Enerjiyê ya Ûkraynayê diyar kir ku Rûsyayê di 3 mehên dawî de cara heştemîn hêrişî sazgehên binesaziya enerjiyê kiriye.

12 mûşek hatin pûçkirin û 13 froke hatin têkbirin

Hêza hewayî ya Ûkraynayê jî ragihand ku pergalên parastina asmanî yên Ûkraynayê duh bi şev ji 16 mûşekên ku Rûsyayê avêtiye gellek deverên axa wan 12 jê hatine pûçkirin û ji bilî van, hêzên wan 13 frokeyên bêmirov ên Rûsyayê jî têk birine.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Ûkrayna yên Xarkova bakur-rojhilatê Ûkraynayê hat dayîn de hat diyarkirin ku di hêrişa Rûsyayê de 3 kes mirin û herî kêm 18 kes jî birîndar bûne.

Jêderên ji herêma Xarkovê jî ragihandin ku li bajêr dengê 4 teqînan hatiye bihîstin.

Waliyê Herêma Xarkovê Oleh Syniehubov di derbarê hêrişa Rûsyayê de got: “Ev hêrişeke terorîstî ya din e. Ev hêrişeke rasterast a li dijî binesaziya sivîl e. Li vê herêma ku hêriş lê hate kirin tiştekî gring ê leşkerî tune ye.”

Pêdiviya enerjiyê

Rayedaran diyar kirin ku li herêma ku hêriş lê hatiye kirin 2 xebatkarên enerjiyê birîndar bûne û di hêrişa bajarê Lviv ê rojavayê welêt de jî ziyana aborî pêk hatiye.

Rûsyayê di demsala buharê û serê havînê de li Ûkraynayê hêrişî sazgehên enerjiyê kir. Ev hêriş pir caran bûn sedema qutbûna elektrîkê ya seranserê welêt.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy jî di derbarê hêrişan de got ku Moskow ji dawiya meha Adarê vir ve, nîvê kapasîteya hilberîna elektrîkê ya welatê wî hilweşandiye.

Ûkrayna pêdiyviya xwe ya enerjiyê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) dabîn dike, lê belê ev rêjeya enerjiya ku ji Ewropayê tê kirîn têra Ûkraynayê nake.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin