PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêwendiyeke telefonî pêk anîne û ji bilî gotûbêjkirina rewşa Ûkraynayê li ser pêwêndiya herdu aliyan a li Sûriyê jî axivîne.
Li gorî ragihandina medya Erebî di pêwendiya bi rêya telefonê de Bennett û Pûtîn behsa têkiliyên dualî, şerê li Ûkraynayê kirin û balyozxaneya Rûsyayê ya li Tel Avîvê ragihandiye ku kordîneya ewlehiyê li Sûriyê di navbera her du welatan de dê berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye, ligel ku hemû welatên rojavayî û Ewropayê ji ber êrîşa ser Ûkraynayê dorpêçên giran bi ser Rûsyayê de disepînin Îsraîl ji wan welatan xwe cuda dike û ji bo hevsengiya bi Rûsyayê re li Sûriyê têk neçe helwesteke nermtir li hember şerê Rûsya yê li Ûkraynayê nîşan dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin