Senatorê Amerîkî bang li gelê Rûsyayê kir: Ma kesek nîne Pûtîn bikuje!

Senatorê Amerîkî bang li gelê Rûsyayê kir: Ma kesek nîne Pûtîn bikuje!

PeyamaKurd - Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham berteka tund ji êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê re nîşan da û bang li welatiyên rûsî kir, ma kesek li Rûsyayê nîne Vladimir Putin bikuje daku her kes jê rizgar bibe.

Lindsey Graham televîzyona Fox News a Amerîkayê re wiha gotiye: “Ev şer çawa bi dawî tê? Divê kesek li Rûsyayê rabe û rûbirûyê vê bibe.. û vî kesî (Putin) dûr bixe.”

Piştre jî li ser Twitterê Graham dibêje, tekane gelê ku dikarin vê çareser bikin, gelê Rûsyayê ye û dide xuyakirin, senatorê Romaya kevin Marcus Brutus kiriye ku kuştina împaratorê Romayê Julius Caesar plan kir, ma li Rûsya Brutusek nîne!?

Graham gotiye, “Hûn (Rûs) xizmeteke mezin a welatê xwe û cîhanê jî dikin bi vî karî.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, êrîşa ser Ûkraynayê ku bi fermana Vladimir Putin, ji roja 24ê Sibata 2022yan dest pê kiriye di roja 9emîn de bi hemû dijwariya xwe didome ku heta niha bi hezaran kuştiyên wî şerî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin