PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyoza Swêdê ya Iraqê û şanda ligel wê kir.
Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Balyoza Swêdê ya Iraqê Jessica Svardstrom û şanda ligel wê pêşwazî kir û hat diyarkirin ku di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û bipêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê guftûgo hatine kirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtina hat kirin de bi taybetî girîngiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye nirxandin ku di demeke guncav a îsal de bê kirin.
Li gorî agahiyên hatin dayîn, Serokwezîr Barzanî amadebûna hikûmetê ya ji bo hêsankarî û hevahengiya proseya hilbijartinan dubare kir û çaksaziyên Kabîneya Nehem, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a li ser bingeha destûrê, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa navçeyê û hêsankariya ji bo vegera koçberan, mijarên ku di civînê de hatine nirxandin bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin