Li Efxanîstanê teqîn: Parêzgar hat kustin!

Li Efxanîstanê teqîn: Parêzgar hat kustin!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada emnî ya Efxanîstanê hatin ragihandin, di encama êrîşeke bombeyî ya li dijî avahiya parêzgariyê ya li eyaleta Balx a bakurê Efxanîstanê de parêzgar jî di nav de kuştî hene.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku di vê êrîşa bombeyî de Parêzgarê Belxê Mihemed Dawûd Muzamil jî di nav de 3 kes hatin kuştin.

Ji aliyê Berdevkê Polîsên Belxê Asif Wezîrî ve daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyekê de hat gotin ku "Îro saet di 09:00 de li qata duyemîn a parêzgariyê, teqînek çêbû. Parêzgar Muzamil û 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.”

Wezîrî diyar kir ku di derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û dema ku agahiyên berfirehtir werin bidestxistin, dê bi raya giştî re werin parvekirin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên herêmî ragihandin ku di vê teqînê de 5 kes birîndar bûne û niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin