PeyamaKurd – Serokê Komeleya Bajar û Navçeyên Bedlîsê li Stenbolê (BİDER), Selahattîn Ersezer ragihand ku ti niyeta Şaredarê Bedlîsê Nesrullah Tanglay nîne tabelaya Kurdî ya ser avahiya şaredariyê ku rakiribû ji nû ve deyne cihê wê.
Ersezer ji peyamnêrê Independent Tirkî Abdulhakîm Gunaydin re ragihandiye ku tevî Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Vedat Demiroz 9ê Hezîranê li serdana komeleya wan gotibû, ‘Dê di nav sê rojan de tabelaya Kurdî li cihê xwe bê danîn’ jî ti gav nehatiye avêtin.
Ersezer derbarê mijarê de dibêje, ew bi parlamentarê Bedlîsê yê AKPê Vahît Kiler re jî axivîye û jê re hatiye gotin, ‘Wê tabelaya herî xweşik li cihê pêwîst bê danîn” û li ser helwesta şaredarê Bedlîsê ku hîn ti gavek neavêtiye wiha axivî:
"Şaredar dide xuyakirin ku niyeta wî nîne tabelaya Kurdî deyne cihê wê. Bi taktîka mijulkirinê dixwaze wext qezenc bikin. Şaredar guh nade ti kesî, dixwaze heta 23yê Hezîranê mijarê piştguh bike.”
Piştî rakirina tabelaya Kurdî ya Bedlîsê, Şaredariya Tetwanê ku ketibû destê AKPê jî tabelaya Kurdî rakiribû û bertekên li dijî kiryarên dijî kurdî berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin