Dîplomata Amerîkî: Putin, di mijara astiyê de ne dilsoz e

Dîplomata Amerîkî: Putin, di mijara astiyê de ne dilsoz e

PeyamaKurd- Musteşara Karûbarên Siyasî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland, li paytexta Ukraynayê ya Kievê, ligel Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy civiya. Nuland da zanîn ku di mijara lihevhatinê de Vladimir Putin ne dilsoz e.

Piştî hevdîtina dîplomatîk a navbera Victoria Nuland û Volodimir Zelenskiy, ji aliyê Victoria Nuland ve daxuyaniyeke nirxandinê hat dayîn û hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, ji bo aştiya ligel Ukraynayê ne dilsoz e.

Nuland bi berdewamî got,

“Putin, di mijara hevdîtinên aştiyê yên bi Ukraynayê re ne dilsoz e. Dîplomasî, hedefa her kesî ye lê belê divê hûn xwedî hevkarekî xwedî daxwaz bin. Çi êrîşên li dijî enerjiyê, çi jî gotin û helwesta Kremlînê, ev bi zelalî nîşan didin ku Putin ne amade ye an jî ne dilsoz e. Peyama min a bingehîn li vê derê ev e ku Putin gihîştiye asteke nû ya barbariyê û hevkariya ligel xelkê Ukraynayê ye ku di vê dema dijwar de ji elektrîk, av û navgînên germbûnê bêpar mane. Lê belê Ukrayna di vî şerî de bi ser dikeve û Putin bi bin dikeve.

Hûn Ukraynayî, ji bo me hemûyan şer dikin û ji bo ku Ukrayna li ber xwe bide, em piştgiriya we dikin. Serkeftina Ukraynayê dê bibe serkeftina azadiyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin