PeyamaKurd – Herman Andaya Serokê Daîreya Rêvebiriya Lezgîn a Mauiyê ji ber îdiaya xemsariya şewatên li eyaleta Hawaî ya Amerîkayê îstifa kir.
Hat ragihandin ku Serokomar Andaya ku bi îddîayên xemsariyê hat rojevê, wek têkçûna sîrenên hişyariya bobelatê yên derbarê şewatên ku li Hawayê 111 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û herikîna stûnên ceyranê têk çû, îstifa kir.
Rayedarên Herêma Maui eşkere kirin, îstifa Andaya ji aliyê Şaredarê Maui Richard Bissen ve, bi hinceta sedemên tenduristiyê, di nivîseke li ser Facebookê de hatiye qebûlkirin.
Bissen di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, wê tavilê kesek ji bo vê wezîfeya girîng were tayînkirin.
Dozgera Giştî ya Hawaii Anne Lopez di daxuyaniyeke çapemeniyê de got ku saziyek "bêalî û serbixwe" ye, wê bersiva hukûmetê ya li hember şewatê binirxîne, ku dibe ku bi mehan bidome.
Îdîayên xemsariyê di şewatê de
Andaya di civîna çapemeniyê ya di 16ê Tebaxê de li ser şewata daristanan pêk hat de, ji raya giştî re eşkere kir, dema şewata daristanan destpê kir, ji ber sedemên wekî sîrenên hişyariya bobelatê yên li Girava Maui nexebite û herikîna stûnên elektrîkê qut nebûye di şewatan de îhmalkarî û tedbîrên pêwîst nehatine girtin.
Dema ku yek ji îdiayên, "ne bikaranîna sîrenan" hat gotin, Andaya got ku pergala sîrena giravê ji şewata daristanan bêtir ji bo tsunamiyan hatî çêkirin û ku sîren ne beşek ji protokola bersivdayîna agir in.
Andaya got, ger sîren bihatana wê gel hewl bide biçe cihên bilind û diyar kir, ji ber ku di dema bûyerê de li sîrenan nexistine "poşman nabin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin