PeyamaKurd - Fermandarê nû yê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (Centcom) General Michael Kurilla got: “Kurd û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hevpeymanên me yên girîng in.”
Fermandarê nû yê CENTCOMê herwiha ragihand: “Hêzên me li Iraqê dimînin, ji ber ku hêzên Iraqê, ne di wê astê de ne ku bikarin rûbirûyî gefên terorîstên DAIŞê bibin.”
General Kurilla ji bo Îranê jî da xuyakirin: “Îran bûye gefeke cidî li navçeyê, em ji bo wê yekê dixebitin ku şiyana hevpeymanên xwe li navçeyê li hember gefên Îranê bilind bikin.”
Mcihael Kurilla eşkere kir: “Ji bo rûbirûbûna wan gefên Tehranê, em ê sîstema berevaniya ji gefên Îranê bidin hevpeymanên xwe yên li herêê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin