PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku 2 PKK yî yên ku berê li Gurbûlak a Bazîda Rojhilat li sîvîlan dabûn û wan kuştibûn, îro di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane.
Ciyê ku lê operasyon hatiye kirin devera Hellacê ye û wezareta karên hundir bûyerê weha ragihand:
“ Di çarçoveya operasyonên hundir de, li herêma Çiyayê Agiriyê, 2 PKK yî j aliyê dronên rêvebiriya giştî ya asayîşa Tirkiyê de hatine tesbîtkirin û bi rêya hêzên hewayî hatine îmhakirin. Li herêmê, Tevgera Taybet ya Cendirmeyan û yekîneyên Tevgera Polîs ya Taybet operasyonên xwe didin dewamkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin