Pistî têkçûna li parlamenê birayê Johnson jî îstifa kir

Pistî têkçûna li parlamenê birayê Johnson jî îstifa kir

PeyamaKurd – Parlamena Brîtanyayê di dengdana doh 4ê Îlonê de, projeyasaya ku plana Serokwezîr Borîs Johnson a 31ê Cotmehê bi temamî cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê (YE) red kir û herwiha pêşniyaza hilbijartinên pêşwext jî nehat pejirandin.

Piştî vê têkçûna Johnson a li parlamentoyê derbek jî ji birayê xwe Jo Johnson xwar ku di kabîneya xwe de jî cî dabû wî.

Jo Johnson îro ragihand ku wî hem jî wezareta ku hatiye erkdarkirin hem jî ji partiya birayê xwe ya deshilatdar, Partiya Mihafezekar îstifa kiriye.

Birayê Boris Johnson, li ser twitterê di peyama xwe de tişta bûyî wekî ‘rakêşiyeke çare jê re nîne’ bi nav kir û got, “Hem ji hêla berjewendiyên me yên netewî ve, hem jî di warê dilsoziya malbatî de cuda bûm.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin