PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Diijî DAIŞê diyar kir, hêzên wan di vê mehê de 23 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn û herwiha rê li ber 25 “kiryarên terorîstî” yên çekdarên wê rêxistine girtine.
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê twitterê bi hersê zimanên Kurdî, Îngilîzî û Erebî têkildarî operasyonên dijî DAIŞê daxuyanî da û tê de da zanîn, di nava mehekê de, hêzên wan ligel hevparên xwe 23 operasyon li dijî çekdarên DAIŞê encam dan.
Wayne Marotto destnîşan dike: “Tenê di vê mehê de, me 23 operasyon ligel hêzên hevparên me li Sûriye û Iraqê encam dan. Bi rêya operasyonan rêgirî li 25 kiryarên terorîstî hat kirin ku çekdarên DAIŞê xwestibûn li dijî xelkê sivîl encam bidin.”
Marotto herwiha eşkere dike, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya îstîxbaratî yên Hevpeymaniya Navdewletî karîn, 5 endamên şaneyeke DAIŞê desteser bikin û dest bi ser hejmareke çek û teqmeniyan de bigirin.
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Wayne Marotto herwiha diyar dike, hevpeyamanî ji bo başkirina rewşa ewlehî û aramiyê berdewam be ligel HSDê bixebite.
Wek tê zanîn, ev di demekê de ye Hevpeymaniya Navdewletî li deverên Kurdistanî yên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê bi hevbeşiya Hêzên Pêşmerge çend operasyon encam dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin