Trump: “Hun dê di demeka kurt de hînbibin em ê li Îranê bixin an na?”

Trump: “Hun dê di demeka kurt de hînbibin em ê li Îranê bixin an na?”

PeyamaKurd- Îran di seha navdewletî ya Behra Ummanê de, droneka xwe ya bê mirov bi hewa xistibû ku dikaribû 24 siet li hewayê bimîne û hem 16 km bilind bifire lê Îranê drona Amerîkayê xist. Li ser mijarê li Qesra Sipî ya Washingtonê civînek hatkirin bê bersiveka çawa bidin Îranê lê kes ragihandineka fermî nekir.

Li ser xistina drona Amerîkayê ji aliyê Îranê de, Trump di ser hesabê xwe yê Twitterê de got ku Îran xetayeka mezin kiriye. Li ser pirsa dê Amerîka bersiveka çawa bide Îranê an ku dê Amerîka êrîş bike Îranê an na, Trump weha got:

“Hun dê di demeka kurt de hîn bibin.”

Îran jî di bersiva xwe de dibêje ku ev tegereka provakatîve û Amerîka li eyaleta wan ku sînorê wê bi Behra Ummanê re heye, li Hurmuzganê, drona Amerîkayê ketiye nava sînorê wan yê hewayî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin