Ji arsîva Radyoya Êrîvanê strana ‘Mêrê Mêrxas’ a bo Barzaniyê Nemir

Ji arsîva Radyoya Êrîvanê strana ‘Mêrê Mêrxas’ a bo Barzaniyê Nemir

PeyamaKurd – Enstîtuya Çandê ya Kurd-Almanî stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser înternetê weşandin. Yek ji wan stranan jî strana ‘Mêrê Mêrxas’ ya ji bo 38emîn salvegera Mele Mistefa Barzanî hatiye nivîsîn. Ev stran bi denge Aram Tîgran digihîje ber guhê guhdaran.

Di stranê de Mele Mistefa Barzanî wekî “Mirê mêrxas”, “Egîd” û  “Qumandarê Kurdan” tê şayesekirin û tê gotin ku wî navê kurdan bi dinayayê daye nasîn: “Navê kurda dinyalikê kir nasî, / Li beyraqa cumhuriyeta kurdan î.” Strana ku Têmûrê Xelîl nivîsiye bi dengê Aram Tîgran digihîje guhdaran.

Tevahiya gotinên Stranê wiha ne:

BARZANÎ

Mirê mêrxas palewano Barzanî,

Tu egîd î qumandarê kurdan î,

Tu ba kurdî azadarê Milet î,

Navê te biye me ra sond û ziyaret î.

Tu Kurdistan, te difire rima dilê neyara,

Milê rabe gef û gur e, ruhistînê zulmkara.

We egîto tu lê dixî, mêranî,

Çi mêrxas î tu zureta kurdan î,

Ceş û ceşa dike dîl û perîşan,

Wê dayika kurdê hêsîr Kurdistan.

Tu Kurdistan, te difire rima dilê neyara,

Milê rabe gef û gur e, ruhistînê zulmkara.

Çiyayê kurda piş mêran e, Barzanî,

Tu mêrxas î ceş û ceşa natirsî,

Navê kurda dinyalikê kir nasî,

Li beyraqa cumhuriyeta kurdan î.

Tu Kurdistan, te difire rima dilê neyara,

Milê rabe gef û gur e, ruhistînê zulmkara

Enstîtuya Çandê ya Kurdan û Almanan (Deutsch-Kurdisches Kulturinstiut) 900 stranên ku di arşîva Radyoya Erîvanê ango Radyoya Rewanê de bûn, bi awayekî dijital tomar kiriye û li ser Youtubeyê û platformên dijital weşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin