Hêzên nediyar êrîs birin ser HSDê

Hêzên nediyar êrîs birin ser HSDê

PeyamaKurd – Çavkaniyên ji herêma Dêrazorê ragihandin ku ji bajarokê El Shuhaîl ên rojavayê herêma Dêrazorê hêzên çekdarên nediyar êrîş birine ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Li gorî heman çavkaniyan navenda biryargeha HSDê ya li wê herêmê bûye armanca êrîşan çekdaran.

Dîsa hat ragihandin ku protestoyên li bajar û bajarokên di bin kontrola HSDê de ne berdewam dikin û bergeha xwepêşandanan heta deverên Muhammedah, Husayn, el-Waseya, Muwaylih, Basayrah û Shu’aytatê belav bûye.

Li gor zanyariyan protestoyên li dijî HSDê li gelek deverên erebnişîn berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin