Biro: Me zanibû wê Amerîka vekise, lê PYDê guh neda ti kesî

Biro: Me zanibû wê Amerîka vekise, lê PYDê guh neda ti kesî

PeyamaKurd - Endamê rêveberiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro li ser egera êrîşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de got, wan zanibû dê Amerîka hêzên xwe vekişîne, lê PYD guh neda kesî.

Biro da zanîn, vekişandina hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê dê bibe sedem ku Tirkiye derbasî wir bibe û eger şer derkeve dê Rojava wêran bibe, ew jî ji ber siyaseta PYDê ya xwe tenê dibîne ye.

Îbrahîm Biro ji KDP.info re li ser vekişîna hêzên Amerîkî û êrîşa çaverêkirî ya Tirkiyê wiha got:

“Me zanîbû hêzên Amerîka dê vekşin. Me dixwest heya ku li Sûriyê bin em sûdê ji wan werbigrin, lê PYD tenê li xwe guhdar dikir û guh nedida kesî û ziyanê dighîne Rojavayê Kurdistanê. Niha jî em naxwazin PYD Rojavayê Kurdistanê bixe nava şerê bi Tirkiyê re, ji ber ku ew şer dê demografiya Rojavayê Kurdistanê bughere û ev yek dê ziyaneke mezin bighîne Rojava, lewma jî em daxwaz dikin ew arîşe ji aliyê siyasî ve çareser bibe, ne bi şer mafê Kurdan bidest were.”

Biro bal kişand ser ku gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê cidî ne û niha çavê Tirkiyê li ser Girê Spî û Serêkaniyê ye, lewma jî niha xelkê Girê Spî ji tirsa şer direvin û dê careke din xelk koçber bibin û eger şer derkeve dê Rojava wêran bibe.

Îbrahîm Biro wiha domand: “Ev demeke dirêj e ku em hewl didin şer di navbera PYD û Tirkiyê der dernekeve û em dibêjin emê sînor biparêzin, lê PYD bi wê yekê razî nabe û berdewam e li ser siyasetên xwe û eger berdewam be jî dê Tirkiye hemû Rojavayê Kurdistanê dagîr bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin