PeyamaKurd – Amerîka bi daxuyaniyekê daxwaza vekişandina Heyet Tehrîr El-Şamê ji Efrîn û herêmên bakurê Helebê kir.
Balyozxaneya Amerîka li Şamê îro li ser twitterê helwesta xwe derbarê pêşhatên nû yên şerê di navbera Heyet Tehrîr El-Şamê û komên ser bi Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê li herêma Efrînê û bakurê Helebê de eşkere kir û got: “Em ji pêşveçûnên dawiyê yên Heyet Tehrîr El-Şamê ya terorist li bakurê Helebê nîgeran in û divê Heyet Tehrîr El-Şam demildest ji herêmê vekişe.”
Herwiha di twîteke din jî da zanîn: “Amerîka ji tundûtûjiya vê dawiyê ya li bakurê rojavayê Sûriyê pir nîgeran e. Divê hemû alî can û malên sivîlan biparêzin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin