PDK-S revandina rêveberekî xwe li Efrînê sermezar dike

PDK-S revandina rêveberekî xwe li Efrînê sermezar dike

PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) bi tundî girtin û revandina endamekî rêvebertîyê partiya xwe ji aliyê grûpên çekdar ên li Efrînê ve şermezar dike û daxwaz ji aliyê pêwendîdar dike, bilez endamê wê û hemû girtiyên Efrînê serbest bikin.

Komîteya Navendî ya PDK-Sê îro di daxuyaniyekê de ragihand, desthilatdarên li Efrînê bi piştevaniya hikûmeta Tirkiyê kiryarên serkotkirinê û binpêkirinên metirsîdar bi mafê welatiyên Efrîn û gundên wê dikin û bi ser de jî kesên xwedî nerînên siyasî binçav dikin.

Di daxuyaniya PDK-Sê de hat, desthilatdarên li Efrînê roja 31ê Adara derbasbûyî Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Serokê Xwecihiya ENKSê li Efrînê Husên Îbiş binçav kir, em van kiriyarên serkotkirinê û binpêkirinan bi tundî şermezar dikin û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikin hevalê me Husên Îbiş û hemû girtiyên di zîndanên wan de serbest berdin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin