Konsulê Fransa: Kurdistan cihê pêkvejîyanê ye

Konsulê Fransa: Kurdistan cihê pêkvejîyanê ye

Peyama Kurd - Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Dr. Yann Braem got: “Herçend niha tarîperestî li ser mirovatiyê gef be jî, Herêma Kurdistanê bûye cihê pêkvejiyanê.”

Dr. Yann Braem îro serdana navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê kir û li wê derê bi Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Mayî re civiya. Di vê civîna ku danûstandinên daneyî yên di derbarê nûkirina Dibistana Qubehanê hate kirin de Braem, kêfxweşîya xwe ya çavdêrîkirina pêkvejiyaneke sirûştî ya navçeyên Herêma Kurdistanê hanî ziman.

Di dawuyanîya çapemenîyê ya piştî hevdîtina bi Qeymeqam Warşîn Mayî re Kosulê Giştî yê Fransayê Braem amaje da wê yekê ku wî bi  çavên xwe dîtîye ku Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyaneke pêşketî ye.

Braem got: “Şarezayîyên me yên di derbarê parastina şûnwaran de wisa kiriye ku me li çend deverên cîhanê pirojeyên taybet ên ji bo parastina şûnwarên ku ji bo ciwanan derfetên kar dabîn dikin pêk anîye û Herêma Kurdistanê jî yek ji wan şûnwarên cihanê ye.”

Yann Braem her wiha da zanîn ku welatê wî Fransa, wê li demên pêş de çend pirojeyên din jî ji bo deverê pêk bîne û got: “Bi rêya van pirojeyan em hewl didin ku giringîyê bi pêkvejiyana aştiyane bidin”.

Yann Braem, di niveka Cotmeha îsal de, wek Konsulê Giştî yê Fransayê, li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin